Erdogan: MÎTê karmendên konsulxaneya Mûsilê rizgar kir
DAIŞê îro danê sibê serkonsulê Mûsilê yê Tirkiyeyê û 48 kesên pê re berda.
Serkomar Recep Tayyip Erdogan, li ser vê yekê daxuyaniyek da û wiha got:
“Serkonsulê me yê Mûsilê û malbata wî her wiha welatiyên Tirkiyeyê yên ku pê re bûn bi operasyoneke serkeftî hatin rizgarkirin.”
Erdogan anî ziman ku operasyona rizgarkirina karmendên konsulxaneya wan a Mûsilê bi temamî veşartî hatiye kirin û danê sibê gihîştiye encamê û wiha axivî: “Ez ji ber vê yekê spasiya birêz serokwezîr û hevkarên wî dikim.”
Rudaw
