• Sunday, 15 February 2026
logo

YPGê hêzên piştevaniyê şand Kobanî

Gulan Media September 20, 2014 Nûçe
YPGê hêzên piştevaniyê şand Kobanî
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêzên piştevaniyê şand herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin êrişên giran ên DAIŞê de ye.

Ev 4 roj in li nav gundên di navbera herêma Girê Spiî û Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê de şer û pevçûnên giran di navbera hêzên YPG û çekdarên DAIŞê de didomin.

Hat zanîn ku YPGê derdora 1500 şervanên xwe yên li Qamişlo, Dêrezor û Efrînê şandiye Kobanê.

Li gorî agahiyan, dema hêzên piştevaniyê yên YPGê gihîştin devera Kobanî gelê wir kêfxweşî nîşan dane û bi siloganan çûne pêşwaziya wan şervanên YPGê.

Ji aliyekî din, piştî aloziya sînorê Tirkiye û Sûriyê û êrişên DAIŞê li dijî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê artêşa Tirkiyeyê jî li ser sînorê Bakur û Rojava hêz dicivîne û di rewşa amadebaşiyê de ye.

Berdevkê Artêşa Azad a Sûriyê jî du ji Rûdawê re gotibû, wan jî yekîneyek mezin ji Helebê ber bi Kobanî ve bi rê kirine.

Rudaw
Top