• Sunday, 15 February 2026
logo

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya di derbarê êrîşa terorîstan ya li ser Kobanê

Gulan Media September 20, 2014 Nûçe
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya di derbarê êrîşa terorîstan ya li ser Kobanê
Êrîşa dirindaneya terorîstên Da'îş ya li ser xuşk û birayên me yên li Kobanê beşeke ji wê nefîr'am û dijminkariya terorîstan li dijî gelê Kurdistanê encam didin. Dirindaneyî û êrîşa terorîstên Da'îş ya li ser Kobanê û Rojavayê Kurdistanê tehdîde li ser hemû gelê Kurdistanê û şeref û keramet û man û nemana gelê me kiriye armanc.

Daxwaz ji hemû aliyên Kurdistaniyan dikim dev ji hemû nakokiyan berdin û bi pêkve bergiriyê li keramet û ax û jiyana hemwelatiyên Kobanê bikin. Bergirîkirina li ax û xelkê Kurdistanê erkeke li ser milê me hemûyan û li ser ruyê hemû erkekî dine.

Daxwaz ji civaka navdewletî jî dikim bi zûtirîn demî hemû rêwşuwênek li ber bigrin ji bo parastina Kobanê û xelkê Rojavayê Kurdistanê ji destê terorîstan. Ji ber ku terorîstên Da'îş li her cîhek bin, dev ji tawan û karesatan bernadin û divê li her cîhek bê li wan bê dayîn û bêne têkşikandin.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.09.2014
Top