Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya di derbarê êrîşa terorîstan ya li ser Kobanê
Daxwaz ji hemû aliyên Kurdistaniyan dikim dev ji hemû nakokiyan berdin û bi pêkve bergiriyê li keramet û ax û jiyana hemwelatiyên Kobanê bikin. Bergirîkirina li ax û xelkê Kurdistanê erkeke li ser milê me hemûyan û li ser ruyê hemû erkekî dine.
Daxwaz ji civaka navdewletî jî dikim bi zûtirîn demî hemû rêwşuwênek li ber bigrin ji bo parastina Kobanê û xelkê Rojavayê Kurdistanê ji destê terorîstan. Ji ber ku terorîstên Da'îş li her cîhek bin, dev ji tawan û karesatan bernadin û divê li her cîhek bê li wan bê dayîn û bêne têkşikandin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.09.2014
