DAIŞê Serkonsulê Mûsilê yê Tirkiyeyê û 48 kesên pê re berda
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu, îro danê sibê saet 06.10 li paytexta Azerbaycanê, Baku, ragihand ku Serkonsulê Tirkiyeyê yê Mûsilê û 48 welatiyên Tirkiyeyê yên ku zêdetirî 3 mehan bû di destê DAIŞê de bûn, hatin berdan.
Davûtoglu wiha axivî: “Piştî xebateke bi rojan û hefteyan me karî berbanga vê sibê welatiyên xwe wergirin û bînin welatê xwe. Ez pir kêfxweşî im ku vê xeberê didim. Hemû jî sax û silamet in.”
Serokwezîrê Tirkiyeyê anî ziman ku rola MÎTê di rizgarkirina wan welatiyên Tirkiyeyê de girîng bû lewma ew ji MÎTê spas dike û da zanîn, 49 welatiyên Tirkiyeyê yên di destê DAIŞê de bûn îro saet 05.00 derbasî welêt bûn.
Ahmet Davûtoglu ragihand ku dê serdana xwe nivî de bihêle û li şûna wî Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz dê bi rayedarên Bakuyê re hevdîtinan bike û wiha got:
“Niha dîlên me derbasî ser sînor bûn û ber bi Rihayê ve diçin. Ezê jî ji vir yekser herim Rihayê û wan bibînim.”
Li gorî agahiyên Davûtoglu, yekîneyên MÎTê bi serê xwe ew welatiyên Tirkiyeyê rizgar kirine.
Rudaw
