• Sunday, 15 February 2026
logo

YPG û DAIŞ sewkiyatên mezin li Kobanê dikin

Gulan Media September 20, 2014 Nûçe
YPG û DAIŞ sewkiyatên mezin li Kobanê dikin
Hate ragihandin Yekinêyên Parastina Gel û Dewleta Îslamî ji gelek aliyan ve hêzên xwe ber bi Kobanê ve dişîne.

Dewleta Îslamî (DAIŞ) dixwaze Kobanê bixe bin destê xwe û ji ber vê bi çekên giran ku ji Arteşa Iraqê û Sûriyeyê bi dest xistine bi hejmareke mezin êriş li Kobanê dike. YPG jî bo parastina gel û xaka Kobanê ji aliyê Efrîn û Cizîrê ve ber bi Kobanê şervanan dişîne.

DAIŞê deriyê sînorê Tel-Ebyedê ku dikeve beramberî Akçakale ya Tirkiyeyê hê berê bi dest xistibû. Bo bi dest xistina deriyê Murşidpinarê jî ketiye nava hewldanê.

Ji sibê ve DAIŞ gundên dorûberê Kobanê bi fuzeyên grad, tank, top û roketan êrişî gundên dorûberê Kobanê dike. Her wiha hate ragihandin DAIŞê 15-20 km dûrê Kobanê ye û 29 gundên li wê derê dagir kirine.

YPG jî hêzên xwe yên eniyên Efrîn, Cezîr û Deyrezorê xistine alarmê û ji wan 1500 şervan ber bi Kobanê ve bi rê kirine.

Tê ragihandin şervanên YPG cih bi cih di ser rêya xwe re bi milîsên DAIŞê re dikevin pevçûnan.

Artêşa Tirkiyeyê jî, gelek leşker û alawên serbazî hinartin herêma Pirsûsê ku beramberê Kobanê ye û hemû hêzên wê derê xistin alarmê.

Rudaw
Top