Parlementoya Kurdistanê jî bêdengiya xwe şikand
Parlementoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku îro, 20ê Îlonê, derbarê êrîşa DAIŞê li ser herêma Kobanê de dibêje: “Ev çend rojin ku rêxistinên terorîst êrşîeke hovane birine li ser bajarê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê, bi wê sedemê jî bi sedan zarok, ji û xelkên bûne qurbanî û şêniyên wê jî rûbirûyê kareseteke mirovî bûne.”
Parlementoyê daxwaz ji “Civaka navdewletî, bi taybetî Amerîka û welatên rojava, dike ku li gor biryarên civîna Cedde û Konferansa Parîsê bi erkên li ser milê xwe rabin û di zûtirîn dem de bi hawara xelkên Kobanê ve biçin û rêgirî li dûbarebûna tawanek din ya komkujiya Kurdên Rojava bikin.”
Herwiha Parlementoya Kurdistanê daxwaz ji rêxistinên mirovî yê navdewletî kir ku bi hawara xelkên sivîl û lêqewimiyên Rojava Kurdistanê ve biçin û wan ji wê serpêhatiyê rizgar bikin ku bi serê wan hatiye.”
Li astê navxewyî li Herêma Kurdistanê jî, parlementoyê daxwaz ji hemû aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û hemû aliyên peywendîdar kir ku, alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin û bi canê neteweyî û mirovî destê alîkariyê bidin wan.
Ev nêzîk 3 rojane ku çekdarên DAIŞê bi çekên giran êrîşî gundewarên bajarê Kobanê dike, li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, heta niha nêzîk 60 gundî li rojava û rojhilatê bajarê Kobanê ketine dest DAIŞê de.
Herwiha duh, 19ê Îlonê, Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku, şervanên wan 86 çekdarên DAIŞê li derdora Kobanê kuştine di beramber de 8 şervanên wan şehîd bûne.
Basnews
