• Sunday, 15 February 2026
logo

Skotlandiyan nehîştin Serokwezîrê Brîtanyayê xwe bikuje!

Gulan Media September 19, 2014 Nûçe
Skotlandiyan nehîştin Serokwezîrê Brîtanyayê xwe bikuje!
Serokwezîrê Brîtanyayê Davîd Cameron, li ser encamên referandoma serxwebûna Skotlandayê kêfxweşiya xwe nîşan da û ragihand, her çiqas ew alîgirê yekbûna xaka Brîtanyayê lê dîsa jî referandom mafê skotlandiyan bû.

Li Skotlandayê encamên referandoma serxwebûnê hatin eşkerekirin. Li gorî encamên referandomê, piraniya skotlandiyan deng nedan serxwebûna Skotlandayê bi vî awayî “Brîtanya perçe nebû”.

Yek ji wan kesên ku herî zêde ji vê encamê kêfxweşî bû, Serokwezîr Davîd Cameron çimkî wî gotibû, eger Skotlanda ji Brîtanyayê veqete ezê xwe bikujim!

Cameron piştî eşkerebûna encamên referandomê kêfxweşiya xwe anî ziman û ragihand, Skotlanda beşek ji Brîtanyayê ye çawa ku karîne heta niha bi hev re bijîn û dîroka xwe bidin nivîsandin dê ji vir û pêde jî bi yekbûneke bihêztir pêkve bijîn.

Serokwezîr Cameron diyar kir ku ew pir alîgirê yekbûna xaka Brîtanyayê ye lê dîsa jî referandom mafê skotlandiyan bû.

Rudaw
Top