• Sunday, 15 February 2026
logo

Davûtoglu fermana alîkariya xelkê Kobanî yên li ser sînor da

Gulan Media September 19, 2014 Nûçe
Davûtoglu fermana alîkariya xelkê Kobanî yên li ser sînor da
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu ragihand, wî ferman daye waliyên parêzgehên hevsînorê Sûriyê ku alîkariya welatiyên Kobanî û Rojavayê Kurdistanê yên ji ber êrişên DAIŞê li ser sînor asê mane, bike.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu îro beriya ku ber bi Azerbaycanê ve here, li Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Davûtoglu li ser “girtina 20 gundên Sûriyê ji aliyê DAIŞê ve” got, Tirkiyeyê gellek caran li ser encanmên xirab ên aloziya li Iraq û Sûriyê hişyarî dabû lê zêdebarî vê yekê civaka navdewletî di dema xwe de gavên pêwîst neavêt.

Serokwezîrê Tirkiyeyê her wiha da zanîn ku di civîna duh de li ser rewşa “pêvajoya çareseriyê” gotûbêj kirine her wiha ferman daye waliyên parêzgehên hevsînorên Sûriyê ku alîkariya wan kesên ku li ser sînor asê mane, bikin.

Davûtoglu wiha axivî: “Helbet di qonaxa Yekem de emê alîkariya wan xûşk û birayên xwe yên li ser sînor kom bûne, bikin. Em amade ne alîkariya wan xûşk û birayên xwe bikin bêyî ku li etnîk, ol, ayîn û mezbehên wan binêrin.”

li gorî agahiyan Peyamnêrê Rûdawê li Kobanê, ev çend roj in DAIŞ bi çekên giran êrişî gundên rojhilata û başûrê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê dike ji ber wê jî heta niha zêdetirî 5 hezar kes ji tirsa DAIŞê ji mal û warê xwe reviyane û li ser sînorê navbera Bakur û Rojava kom bûne.


Rudaw
Top