• Sunday, 15 February 2026
logo

Bi hezaran welatiyên Kobanî ji tirsa DAIŞê li ser sînorê Tirkiyeyê asê mane

Gulan Media September 19, 2014 Nûçe
Bi hezaran welatiyên Kobanî ji tirsa DAIŞê li ser sînorê Tirkiyeyê asê mane
Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî Imer Kalo ragihand, zêdetirî 5 hezar kesên ku gund û warê wan ketine destê DAIŞê yan jî tê topbarankirin, reviyane ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê.

Çekdarên DAIŞê bajarê Kobanî û navçeyên derdora wê dorpêç kirine û bi hezaran kesên li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de asê mane.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku zêdetirî 5 hezar kes ku gundên wan ketine destê DAIŞê yan jî rastî topbarana wê rêxistina radîkal tên, ber bi sînorê Bakurê Kurdistanê ve reviyane.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku heta hêzên artêşa Tiriyeyê jî rê nadin wan koçberên ku piraniya wan zarok, jin û mirovên pîr in, sînor derbas bikin.

Navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de ragihand, şerê di navbera hêzên wan û çekdarên DAIŞê de li rojhilat, rojava û başûrê Kobanî berdewam dike û di wî şerî de 7 şervanên wan şehîd bûne.

Lê di daxuyaniyê de behsa kuştî û birîndarên DAIŞê nehatiye kirin.

Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê duh ragihandibû ku DAIŞê di nava 24 saetan de dest daniye ser 21 gundên li rojhilat û rojavayê Kobanî lê Hevserokê PYDê Salih Mislim ev yek red kiribû.

Rudaw
Top