• Sunday, 15 February 2026
logo

Skotlandayê ji serxwebûnê re got “Na”!

Gulan Media September 19, 2014 Nûçe
Skotlandayê ji serxwebûnê re got “Na”!
Li Skotlandayê %55ê dengderan li dijî serxwebûnê derketin û dengê “na” dan, %45 jî dengên “erê” dan lê nekarîn Skotlandayê ji Brîtanyayê veqetînin.

Duh li Skotlandayê referandoma serxwebûnê hat kirin.

Heta niha dengên 31 herêman hatine jimartin ku li gorî wê %55ê dengderan li dijî serxwebûnê derketine û %45ê din jî dengên “erê” dane.

Skotlanda ji 32 herêman pêk tê û heta niha tenê jimartina dengên herêmekê xilas nebûye lê li gorî encamên ku hatine eşkerekirin dengên wê herêmê ti bandorekê li ser encamên giştî nake.

Di referandomê de zêdetirî 4 milyon kesan ji bo dengdanê navê xwe tomar kiribûn lê rêjeya beşdarbûnê %80 bû.

Referandoma serxwebûna Skotlandayê duh ji saet 07:00 bi dema wî welatî dest pê kiribû û saet 22:00 qediyabû.

Rudaw
Top