• Sunday, 15 February 2026
logo

Şer di navbera Pêşmerge û Pasdarên Îranê de derket

Gulan Media September 19, 2014 Nûçe
Şer di navbera Pêşmerge û Pasdarên Îranê de derket
Hefteya borî şer di navbera Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê û Pasdarên Îranê de derket, di encam da jî hejmarek pasdar hatin kuştin.

Di daxuyaniyeke Partiya Şoreşgerên Kurdistanê de ku derbarê wî şerî de belav kiriye hatiye: “Roja Îna borî, 11ê Îlonê, li nêzîk navçeya Qepe Tezên di navbera gundên Kanî Zerd û Werdê yê ser bi Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê, şer û pevçûn di navbera hêzên ser bi Yekîtiya Şoreşgeran û Pasdarên Îranê de derket.”

Li gor daxuyaniyê, di wî şerî de 3 pasdar hatin kuştin û 4 din jî birîndar bû û niha li nexweşxaneyeke Serdeştê tên derman kirin.

Roja 13ê Îlonê jî li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî, di navbera gundê Şênê û Goreşêr li Serdeştê alozî di navbera Pêşmergeyan û Pasadaran de derket, di encam de jî 3 pasdar hatin kuştin û 5ê din jî birîndar bûn.

Di heman rojê de jî, li sînorê bajarê Merîwan li Rojhilatê Kurdistanê li nêzîk gundên Eskolê şer di navbera Pêşmerge û Pasadaran de derket û nêzîk 3 demjimêran berdewam kir, lê zaniyarî li ser zirarên her du aliyan nehatin belav kirin.

Li gor zaniyariyên BasNewsê jî, grûpek çekdar bi navê Parêzvanên Rojhilat, şerê vê dawiyê yên Pêşmergeyan û Pasdarên Îranê girte stûyê xwe, heta niha jî wê grûpê ziyanên di nav rêzên xwe de ji encama wî şerî aşkere nekirine.

Basnews
Top