• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Amîd Simê Boselî kir

Gulan Media September 19, 2014 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Amîd Simê Boselî kir
Duh pênçşem 18.09.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Amîd Simê Boselî Fermandeyê Hêza 18 ê Supaya Yekê Zêrevanî kir.

Di destpêka hevdîtinê de Serok Barzanî bi xêrhatinê lê kir û spasî xweragirî û azayetiya wê fermandeyê kir ku li gel polek heval û Pêşmerge Şengalê bi cîh nehiştin û gelek azayane man û bergiriyê kirin û nehiştin destê reşê terorîstan bigihe çiyayê Şengalê.

Serok Barzanî tekez kir ku Pêşmerge erkekî pîroz hilbijartiye ku herdem pêş merg û mirinê dikevê û giyanê xwe bext dike bo ku gelê wî bi zîndî bimîne, ji bo wê yekê azayetiya wê fermande û Pêşmergeyan li çiyayê Şengalê mane û bergiriyê kirine cihê pêzanîne û şanaziyekî tomar kirine ku wekî hemû destanên pir serfiraziyên Pêşmergeyên Kurdistanê bilind tê nirxandin.

Serok Barzanî tekez jî kir ku Şengal û ew hemû navçeyên ketine destê terorîstan têne azad kirin û xelkê wan navçeyan bi serbilindî vedigerin nav malên xwe.

Li beranberda, Amîd Simê Boselî ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û serinc û têbiyên xwe yên li ser rûdawan û rewşa Pêşmerge li Şengalê û çiyayê Şengalê bi taybetî xisterû û ragihand ku ewê min û hevalên xwe me encam daye erkê ser şanê me bûye û herdem amadene bergiriyê li ax û gelê xwe bikîn.
Top