Salih Mislim: Ti gundekî Kobanê neketiye destê DAIŞê
Saziya Çavdêriya Mafên Mirov li Sûriyê ku navenda wê li Brîtanyayê ye, duh ragihandibû, 16 gundên herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ketine destê DAIŞê.
Lê Hevserokê PYDê Salih Mislim ragihand, ew nûçe û agahî derew in.
Salih Mislim wiha got: “Tiştekî wisa tine. Li nav gundên Kobanê de şer heye lê ti gundek neketiye destê DAIŞê.”
Li ser vê yekê ku gelo di şerê li dijî DAIŞê de Amerîka û welatên rojava dê çekan bidin YPGê yan na, Mislim got, heta niha di vî warî de ti tiştek tine.
Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl jî ragihand ku rewşa Kobanê di metirsiyê de ye û daxwaza piştgiriya navdewletî kir. Xelîl ,wiha got: “Eger piştevanî negihên herêma Kobanê dê komkujî û qirkirinê were kirin.”
Rudaw
