• Sunday, 15 February 2026
logo

Salih Mislim: Ti gundekî Kobanê neketiye destê DAIŞê

Gulan Media September 19, 2014 Nûçe
Salih Mislim: Ti gundekî Kobanê neketiye destê DAIŞê
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim, diyar kir ku li Kobanê di navbera YPG û DAIŞê de şer heye lê ti gundekî wê deverên neketiye destê DAIŞê. YPG jî daxwaza alîkariya navdewletî dike.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirov li Sûriyê ku navenda wê li Brîtanyayê ye, duh ragihandibû, 16 gundên herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ketine destê DAIŞê.

Lê Hevserokê PYDê Salih Mislim ragihand, ew nûçe û agahî derew in.

Salih Mislim wiha got: “Tiştekî wisa tine. Li nav gundên Kobanê de şer heye lê ti gundek neketiye destê DAIŞê.”

Li ser vê yekê ku gelo di şerê li dijî DAIŞê de Amerîka û welatên rojava dê çekan bidin YPGê yan na, Mislim got, heta niha di vî warî de ti tiştek tine.

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl jî ragihand ku rewşa Kobanê di metirsiyê de ye û daxwaza piştgiriya navdewletî kir. Xelîl ,wiha got: “Eger piştevanî negihên herêma Kobanê dê komkujî û qirkirinê were kirin.”

Rudaw
Top