Li Kobanê di 5 eniyan de şerên dijwar rû didin
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê şer û pevçûnên li herêma Kobanê di 15’ê Îlonê hatin destpêkirin daxuyanek da.
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku şer û pevçûnên dijwar li herêman Kobanê rû didin.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Hêzên me li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê bi vîn û biryardariyek xurt li hember êrîşên çeteyan yên bi tank, top, fûze û çekên giran êrîş dikin li ber xwe didin.
Gundên Qumçê, Qilhaydê, Cadê û Kunxeftar a dikeve başûr, Korik, Îdaniyê, Badik û Metînî ya dikeve rojhilat, Degîrmen, Boraz, Zerik, Talik û Cibilferac a dikeve rojava ye Kobanê şerên dijwar rû didin.
Hêzên me li hember êrîşên DAIŞ’ê yên ku ji 5 eniyan ve êrîş pêş dikevin berxwedanek mezin nîşan didin û pêşketina êrîşên çeteyan asteng dikin. Şerên dijwar rû didin û der barê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nayên girtin.
Di encama pevçunên şevê din rûdane de li gundê Qumçê 2, li gundê Korik jî 5 şervanên me ku berxwedanekî mezin nîşan dan û bi qehremanî şer kirin gihiştin şehadetê.
Ji ber ku pevçunên dijwar li herêmê berdewam dike agahiyên zelal nayê girtin, bi raya giştî re were parvekirin.”
WÊ KURD SIBE BER BI SÎNORÊ KOBANÊ BIMEŞIN
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê didomin û gelê Kurd dê sibê ber bi gundê Ovan ê li ser sînor bimeşe.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kantona Kobanê didomin û bertekên gelê Kurd ên li dijî êrîşan her diçe zêde dibe. Dê sibê li gundê Ovan ê navçeya Pirsûsê kon bê vedan û seat di 12.00'an de dê meş bê lidarxistin. Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal têkildarî meşê de agahî dan û hemû gelê Kurd dawetî Pirsûsê kir û wiha got: "Em ê sibê seat di 12.00'an de sibê li ber avahiya navçeyê ber bi gundê Ovan ve bimeşin. Meş heya nêzî herêmê dê bi wesayîtan pêk bê. Piştre dê heya qadê meş pêk bê û kon vedin. Berê jî me gotibû Pirsûs Kobanê ye. Divê hemû gelê me tevlî meşa sibê bibe."
ANF
