YPG daxwaza alîkariya leşkerî ji PDK û YNK’ê dike
Li gor Reutersê, Cîgirê Fermandeyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Kobanî Ocalan Îso, daxwaza alîkariya leşkerî ji hêzên bajêr kir bi taybetî jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK). Îso herwiha bi mebesta rêgirtina êrîşên DAİŞ’ê bo ser bajarê Kobanî û parastina Rojavayê Kurdistanê daxwaza alîkariya leşkerî ji PDK û YNK’ê jî kir.
Ev daxwiyaniya Îso di demekê de ye ku her îro hatibû ragehandin ku li rojava û rojhilatê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûnên giran di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî (DAIŞ) de derketine. Herwiha hatibû îdîakirin ku DAIŞê dest daniye ser 16 gundên wan her du navçeyan, lê berpirsên PYD wê yekê red dikin.
Rewageha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, di 24 demjimêrên borî de û piştî şer û pevçûnên giran, DAIŞê dest daniye ser 16 gundên rojava û rojhilatê Kobanê. Rewangehê diyarkir ku, di wî şerî de çekdarên DAIŞê bi çekên giran êrîşî şervanên YPG kirine. Lê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Salih Muslim nûçeya girtina wan gundan ji aliyê DAIŞê ve red kir.
Navê 15 ji wan gundên ku tê gotin hatine dagîrkirin wiha ne: Digirmen, Buraz, Zormixar, Zerik, Mehmûdiye, Qezelî, Cirin, Serzurî, Kuplikm, Bîrkitik, Zîrik, Sarinc, Vinayk, Huriye û Aşmê.
Basnews
