KCK: Divê ciwanên Bakurê Kurdistanê tevlî berxwedana Kobanê bibin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê, li hemberî Kobanê ya du sal in dikin nakin nikarin berxwedana lê bişkîne, ji sê eniyan ve dest bi êrîşê kirine.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku di her têkçûna li hemberî şervanên YPG-YPJ'ê de, çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe yen li hemberî Kobanê zêde kirine û di daxuyaniya xwe de ev xal destnîşan kir:
"Çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê, li hemberî Kobanê ku ev du sal in dikin nakin nikarin berxwedana wê bişkînin, ji sê aliyan ve dest bi êrîşê kirin. Di her têkçûna li hemberî şervanên YPG-YPJ'ê de êrîşên xwe yên li hemberî Kobanê zêde dikin. DAIŞ dema van êrîşên xwe dikin, ji helwestsa dewleta Tirk jî cesaretê digire. Tirkiye ji bakur ve dorpêçiya sê aliyên Kobanê temam dike. Tirkiye ne tenê ji bakur ve dorpêç dike, di heman demê de alîkariya çek û lojîstîk a ji bo DAIŞ'ê dewam dike. Di êrîşa li hemberî Kobanê de hevkariyê ji DAIŞ'ê re dike. Di komkujiyên ji aliyê DAIŞ'ê ve tên kirin de hevkariya sûc dike.
KOBANÊ JI BO RÛMETA TEVAHIYA MIROVAHIYÊ LI BER XWE DIDE
Kobanê ji bo tevahiya gelê Kurd û gelên Rojhilat Navîn bi lehengî li ber xwe dide. Ji bo rûmeta tevahiya mirovahiyê li ber xwe dide. Gelê Kobanê hêza xwe ya vê berxwedanê, ji demokrasiya radîkal digire. Hêza xwe ji civaka demokratîk a rêxistinbûyî digire. Dîroka wê ya heta niha derbasî rûpelên dîrokê bûye. Berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê hêz daye berxwedana hemû gelan. Ji ber vê yekê, ji bo hildana tolê êrîşî Kobanê dikin. Divê li gel gelê Kobanê yê ji bo tevahiya gelê kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn şer dike, têkoşîn û berxwedan bê meşandin.
KOBANÊ BERXWEDANA STALÎNGRADÊ NÎŞAN DIDE
Kobanê, mîna berxwedana Stalîngradê ku di Duyemîn Şerê Cîhanê de li dijî faşîzmê berxwedana diyarker bû, di roja îro de li dijî faşîzma DAIŞ'ê li ber xwe dide.
Kobanê tevî ku sembola berxwedana Şoreşa Rojava ye, parçeyek ji şoreşa Bakurê Kurdistanê ye. Kobanê Pirsûs e, Pirsûs Kobanê ye. Kobanê li gel ku parastina Şoreşa Rojava dike, parastina şoreşa Bakurê Kurdistanê jî dike. Kobanê ya ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin, di esasê xwe de parçeyek ji Bakurê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê Kurdistaniyên ji Bakur xwedî li berxwedana Kobanê derkevin, ciwanên ji Bakurê Kurdistanê biçin Kobanê û tevlî berxwedana mezin a rûmet û dîrokî bibin.
Pêwîste sînorê Kobanê yê bi Tirkiyeyê re ji aliyê gel ve bê girtin û pêşî li desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan bê girtin. Hêza yekane ya dikare desteka dewleta Tirk a ji çeteyan re bisekinîne, berxwedana gel e. Pêwîste tevahiya gelê Bakurê Kurdistanê rabe ser piyan, li Kobanê rê nedin faşîzma DAIŞ'ê. Dirûşma "Rê ji faşîzmê re nîne" li Kobanê bê bilêvkirin û pratîkkirin. Pêwîste hemû şoreşger, demokrat û mirovên xwedî wicdan li Kobanê li dijî faşîzmê şer bikin.
Bi gotina Rêbertiya me; DAIŞ di nav zibilê modernîteya kapîtalîst de çêbûye. Li Tirkiyeya ku ji bo modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn rola welatê ajan dilîze, hatiye xwedî kirin û mezinkirin. Di serî de gelê Kurd niha li dijî tevahiya gelên li Rojhilata Navîn şer dike. Mîna hemû faşîstan, yên ne ji xwe mîna dijmin dibîne.
Ji ber vê yekê ji bo tevahiya civatên olî û qewmî, rêxistineke ji rê derketî ya xetere ye. DAIŞ niha bi rewşa herî ji rê derketî ya faşîzmê erîşî gelan dike. Lewma, yên heta duh DAIŞ mezin dikirin niha li dijî vê koma faşîst helwest nîşan dane. Eniya berfireh a di II. Şerê Cîhanê de li hemberî faşîzmê hat avakirin, bi awayekî sergirtî û vekirî li dijî DAIŞ'ê tê avakirin.
Bêguman gelên Rojhilata Navîn wê DAIŞ'ê ji holê rakin û ji bo careke din DAIŞ dernekeve holê, wê jiyaneke demokratîk û azad li Rojhilata Navîn bicih bikin.
Bijî berxwedana Kobanê, bijî Rojhilata Navîn a azad û demokratî."
ANF
