• Sunday, 15 February 2026
logo

Bi bombeyên serhev Bexda hejiya

Gulan Media September 18, 2014 Nûçe
Bi bombeyên serhev Bexda hejiya
Hate ragihandin li Bexda paytexta Iraqê di encama teqêneke xwekuştinê de 14 kesan jiyana xwe ji dest da û 23 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyek ji ewlehiya Iraqê ragihand, piştî teqîna li Kazimiye, ser kombûna hêzên ewlehî û xelqê bombeyek dîtir hatiye teqandin û hejmareke zêde hêzên ewlehiyê û ji gelê gelek kuştî û birîndar hene. Ji ber ku hejmareke zêde gel şûna bûyerê kom bibû.”

Her wiha piştî van teqînan, çend roket ber bi navçeyên Kazimiye, Topçî û Gerya’e hatine avêtin lê heta niha encamên van roketan nehatiye aşkerakirin.

Piştî van bûyeran hêzên ewlehiyê hemû rêyên ku diçin van navçeyan girtin û gelek navçe dorpêç kirin. Termê kuştiyan û birîndar rêkirin nexweşxaneyan.

Rudaw
Top