• Sunday, 15 February 2026
logo

Dr. Roj Nûrî Şawês bi Serokwezîrê Iraqê re hate ba hev

Gulan Media September 18, 2014 Nûçe
Dr. Roj Nûrî Şawês bi Serokwezîrê Iraqê re hate ba hev
Dr. Roj Nûrî Şawês bi Nûnertiya Herêma Kurdistanê duh çû paytexta Iraqê Bexdayê serdana çend berpirsên Iraqê kir û daxwazên kurdan derbarê petrolê de gihand Serokwezîr û çend wezîrên hikûmeta Iraqê.

Çavkaniyek ji ofîsa Roj Nûrî Şawês ragihand “ duh pîştî nîvro, Dr. Roj Nûrî Şawês bi nûneriya Herêma Kuristanê li gel Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê rûnişt û ser budçeya Herêma Kurdistanê, mûçeyên pêşmergeyan rawestiyan e.”

Her wiha beşdarbûna kurdan di nava hikûmeta Iraqê jî mijareke dîtir a hevditinê bû. Li gorî daxuyaniyê, Dr. Roj gotiye, “Em dixwazin hejmara wezîrên kurd di hikûmeta nû ya Iraqê de zêdetir be. Divê ev yek li gorî hejmara parlementerên kurd ku di Parlementoya Iraqê de cih digrin be.”

Çavkaniyek ji Rûdawê re ragihand, helwesta Ebadî derbarê van mijaran de erênî bû û domand, “Şawês gotiye ew hêvîdar e ku demeke zûtir kêşe çareser bibin.”

Dr. Roj Nûrî Şawês hir wiha li Bexda bi armanca çareserkirina kêşeyên petrol û gazê bi Adil Ebdulmehdî Wezîrê Petrolê ye ê Iraqê re hate ba hev. Hevdîtina bi Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm û bi Balyozê Amerîkayê jî serdanên dîtir ên Dr. Roj Nûrî Şawês bûn.

Rudaw
Top