Çîn jî Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê vekir
Cîgirê Seroê Parlemento û berpirsê peywendiyên derve yên PDKê pêşwaziya Konsulusê nû yê Çînê yê li Kurdistanê de kirin.
Îro li Hewlêrê Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Cefer Îbrahîm û berpirsê peywendiyên derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî bi awayekî cuda pêşwaziya Konsulusê nû yê Çînê yê li Kurdistanê de kirin.
Di destpêka wan hevdîtinan de Konsulusê nû yê Çînê ragehand ku ez gelek kêfxweş û serbilindim ku weke yekem Konsulusê Çînê li Kurdistanê de dest bikar dikim.
Konsulusê Çînê herwiha behsa girîngiya pêgeha Kurdistan û partiya demokrata Kurdistanê li deverê de kir û balkêşande ser rola Serokê Kurdistanê û eşkere kir ku Serokê Kurdistanê li deverê de roleke gelek girîng lîstiye bo dabîn kirina demokrasî û parastina mafên kemenetewan li deverê de.
Li hember de jî Hêmin Hewramî spasiya helwesta hikûmeta Çîn kir û biryara hikûmeta Çîn bo vekirina Konsulusxaneyê bi biryareke girîng wesif kir.
Hewramî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa siyaseta partiya demokrata Kurdistanê li dor rewş û bûyerên deverê de kir.
Ji aliyeke din ve her îro Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê jî pêşwaziya Konsulusê nû yê Çînê yê li Hewlêrê kir û di hevdîtinê de her du alî behsa rewşa Kurdistan, Îraq û deverê û herwiha peywendiyên navbera Çîn û Kurdistanê û herwiha çawetiya berfiretir kirina peywendiyên han kirin.
