DAIŞ Kobanê topbaran dike
Li gor agahiyan, îro danê sibehê (18ê Îlonê) çekdarên DAIŞê 3 rokêtên ji curê Girad ji başûrê bajarê Kobanê avêtin navenda bajêr lê di encama topbaranê de ti ziyanên canî derneketine.
Ev çend roj in êriş û topbaranên çekdarên DAIŞê li dijî herêma Kobanê ji aliyê rojhilat, başûr û bakurê Kobanê ve berdewam in.
Her wiha di navbera wan çekdaran û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de jî şer û pevçûnên giran derdikevin.
Rudaw
