• Sunday, 15 February 2026
logo

DAIŞ Kobanê topbaran dike

Gulan Media September 18, 2014 Nûçe
DAIŞ Kobanê topbaran dike
Çekdarên DAIŞê 3 rokêtên ji curê Girad avêtin navenda bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê.

Li gor agahiyan, îro danê sibehê (18ê Îlonê) çekdarên DAIŞê 3 rokêtên ji curê Girad ji başûrê bajarê Kobanê avêtin navenda bajêr lê di encama topbaranê de ti ziyanên canî derneketine.

Ev çend roj in êriş û topbaranên çekdarên DAIŞê li dijî herêma Kobanê ji aliyê rojhilat, başûr û bakurê Kobanê ve berdewam in.

Her wiha di navbera wan çekdaran û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de jî şer û pevçûnên giran derdikevin.

Rudaw
Top