Referandoma serxwebûna Skotlandayê dest pê kir
Referandoma dîrokî ya serxwebûna Skoltandayê îro ji saet 07:00 bi dema herêmî dest pê kir û dê saet 22:00 biqede.
Di referandomê de ji nifûsa 5 milyon û 300 hezar kesî ya Skotlandayê nêzîkî 4.3 milyon kes dê herin ser sindoqan dû deng bidin ka ji Brîtanyayê veqetin yan na.
Li gorî encamên rapirsînên herî dawî, rêjeya kesên ku serxwebûnê naxwazin ji yên ku serxwebûnê dixwazin zêdetir e.
Şîrketa bi navê Ipsosê ragihand, li gorî encamên rapirsiyê %49 ji gelê Skotlandayê serxwebûnê dixwazin lê %51 jî naxwazin.
Şîrketa rapirsiyê ya bi navê Panelbase jî ragihand, di rapirasiya wan de %48 ji gelê Skotlandayê serxwebûnê dixwazin lê %52 alîgirê vê yekê nînin.
Derdora 300 salî ye li Skotlandayê behsa serxwebûnê tê kirin û heta niha bi hezaran kampanya û xebat ji bo serxwebûna wî welatî hatiye kirin.
Eger Skotlanda serbixwe bibe wê demê ji 3 beşan beşek ji xaka Brîtanyayê kêm dibe, 5 milyon û 300 hezar kes ji nifûsa wê bêm dibe û “yekbûna” 307 salan bidawî tê.
Eger di referandoma îro de encama “erê” derbikeve dê pêvajoya muzakereyê dest pê bike û piştî sal û nîvê û roja 24ê Adara sala 2016an Skotlanda bi fermî ji Brîtanyayê cihê bibe.
Rudaw
