• Sunday, 15 February 2026
logo

Luxembourg: Pêşmerge di şûna cîhanê de şerê terorîstan dike

Gulan Media September 18, 2014 Nûçe
Luxembourg: Pêşmerge di şûna cîhanê de şerê terorîstan dike

Nunerê hikûmeta Kurdistanê û wezîrê derve yê Luxembourgê civiyan.

Duh heyeteke Nuneratiya hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Dilawer Ajgeyî serdana wezareta derve ya Luxembougrê kir û ji aliyê wezîrê derve yê vê welatî Jan Mary ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de wezîrê derve yê Luxembourg kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina han diyar kir û got: Gelek kêfxweşim ku bo cara yekem li wezaret de pêşwaziya heyeteke hikûmeta Kurdistanê dikim.

Di berdewamiya hevdîtina han de behsa rewşa Îraq, Kurdistan û deverê bi taybetî behsa êrîşên terorîstên DIŞIê hate kirin û wezîrê derve yê Luxembourgê ragehand ku teror metirsiye bo ser tevahiya cîhanê û niha li Îraq û Kurdistanê de jî hêzên pêşmerge di şûna cîhana azad de şerê terorîstan dikin û lazime cîhan hevkariya hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bike.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han behsa tikiliyên navbera Kurdistan û Luxembourgê hate kirin û her du alî tekez li ser berfiretir kirin û bihêztir kirina peywendiyên han kirin.

Share on facebook Share on twitter Share on google_plusone_share Share on linkedin More Sharing Services
Top