• Sunday, 15 February 2026
logo

Hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê 19 gund azadkirin

Gulan Media September 18, 2014 Nûçe
Hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê 19 gund azadkirin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku encama operasyona sê rojan bi serkeftî bi dawî bûye û 19 gund ji destê çekdarên DAIŞ`ê rizgarkirine û 53 çekdarên DAIŞ jî hatine kuştinê.


Navenda çapemeniya YPG bi beyannamekê de ragihandiye, ku operasyona wan a şoreşgerî ku li navçeyên di navbera herêma Qamişlo û Tirbespiyê û herêma Til Hemîsê de dabûn destpê kirin bi serkeftî bi dawî kirine.

Herweha ragihandiye ku di wê operasyonê 19 gund rizgar kirine û navên wan gundan jî weha e: “Xirbêtesed, Xirbêtxelîl, Metiniyê, Haciya Biçûk, Gire Çilesî, Şermûxa Xedan, Şermûxa Ceryan, Harkê, Gibîba, Gibîba Huntesên, Gibîba Sêhta, Gibîbê Xelîl, Haciya Mezin, Haciya Metaşîr, Evenik Emrîn, Gire Awena, Rihaya Biçuk, Rihaya Mezin, Geryan, Emrîn, Haciyan, Gibîp, Mezra Ebas Ahmet, Mezrayê Xelîl.”

Di dawiya beyanameyê de jî navenda çapemeniya YPG diyar kir ku hêzên YPG di wê operasyonê de 53 çekdarên DAIŞ kuştine û 8 cenazeyên çeteyan di destên hêzên wan dene. Her di wê operasyonê de 2 Emîr bi navên Ebo Bekir û Ebo Haris hatine kuştin.
Top