Li Bertille 40 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Kameran Hewramî, ku efserekî Hêzên Zêrevanî ye, ji BasNewsê re got ku, şeva borî Hêzên Pêşmerge nêzîk bajarokê Betrille bûn, lê bi sedema nebûna hevahengiyê di navbera balafirên şer ên amerîkî û Pêşmergeyan de, ew neçar bûn bo gundê Hesen Şam vekişin.
Navborî da zanîn jî ku, li sînorê bajarokê Betrille balafirên amerîkî bi pêgehên çekdarên DAIŞê bi tundî bombe baran kirin û di encam de zêdetirî 40 çekdarî hatin kutşin û 9 otombîlên wan jî hatin têk birin.
Wî efserî da zanîn jî ku DAIŞê piraniya bajarokê Bertille û derdora wê bombe kirine, ew jî bûye sedem ku pêşkeftina Pêşmergeyan li wê navçeyê zehmet be.
Basnews
