Oliver Sitnagen û Parêzgarê Dihukê rewşa Penaberan nirxandin
Konsulusê Almanya û Parêzgarê Dihukê civiyan û behsa rewşa Penaberan kir.
Duh Konsulusê Almanyayê yê li Hewlêrê serdana Parêzgeha Dihukê kir û li gel Parêzgarê Dihukê Ferhad Etrûsî civiya.
Di civînê de her du alî behsa rewşa Parêzgeha Dihukê bi giştî û rewşa penaberan yên li Parêzgeha Dihukê bi taybetî kirin.
Her di civîna han de Konsulusê Almanyayê eşkere kir ku Almanya amadeye hevkariya însanî pêşkêşî penaberan bike û bo çê kirina kempeke din ji bo Penaberan hevkariya aliyên tikildar bike.
