• Sunday, 15 February 2026
logo

Cebûrî: Kurdistan nimûneya aramiya emnî û abûriye

Gulan Media September 17, 2014 Nûçe
Cebûrî: Kurdistan nimûneya aramiya emnî û abûriye

Serokê Parlementoya Îraqê dibêje Kurdistan nimûneya aramiya ewlekarî û abûriye.

Serokê Parlementoya Îraqê Selîm Cebûrê derbarê hikûmeta nû ya Îraqê de got: Ez bawer nakim hikûmeta nû ya Îraqê weke hikûmetên berê yê Îraqê be û damezrandina herêmeke sune bijardeyeke pêşkêş kirî ya destûra bingehîn a Îraqê ye.

Cebûrî eşkere dike ku damezrandina herêma suneyan jî kareke destûriye lê niha dibe hewl were dayîn daku desthilata civatên parêzgehan werin zêdetir kirin.

Cebûrî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa rewş û ezmûna Kurdistanê kir û got: Ezmûna Kurdistanê ezmûneke serkeftiye û niha Kurdistan nimûneya baş ya aramiya ewlekarî û abûriye.
Top