• Sunday, 15 February 2026
logo

Serfermandarê Amerîkayê: Eger stratejiya Obama bi serneket emê hêzên bejayî jî bişînin

Gulan Media September 17, 2014 Nûçe
Serfermandarê Amerîkayê: Eger stratejiya Obama bi serneket emê hêzên bejayî jî bişînin

Navenda Nûçeyan- Serfermandarê hêzên hevbeş ê artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) general Martin Dempsey ragihand ku, eger stratejiya Barack Obama li dijî rêxistina DAIŞ bi sernekeve ewê bixwazin ku hêzên xwe yên bejayî bişînin Iraqê

General Martin Dempsey li pêşya Komîta Xizmetên Leşkerî ya ser bi Encumena Rûsipiyan ve ye, ragihand: “Eger pêwîstiya stratejiya welatê me ya ji bo jinavbirina DAIŞ bi hêzên bejayî hebe, emê hizra beşdarîkirina leşkerên amerîkî bikin.”

Dempsey wekî din got: “Lêdanên asmanî bi ser rêxistina DAIŞê li Sûriyê dê ne bi tenê ji bo tirsandinê be, lê dê ew operasyon bi ser hev de bin û berdewam bin.”

Roja 10ê Îlonê, Serokê DYAyê Barack Obama stratejiyek bo ji nav birina rêxitsina DAIŞê li Iraq û Sûriyê ragihand, herwiha 39 welatî hevpeymaniyek pêk anîn bo mebesta cîbicîkirina wê stratejiyê, lê Obama ragihand ku ew ti hêzên bejayî yên amerîkî naşînin Iraqê bo şerê li dijî DAIŞê.

Rudaw
Top