• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Berpirsê yekê yê îdarî û Serokên Zanîngehan û Birêveberên Giştî yên Parêzgeha Dihokê re civiya

Gulan Media September 17, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Berpirsê yekê yê îdarî û Serokên Zanîngehan û Birêveberên Giştî yên Parêzgeha Dihokê re civiya
Bi mebesta agahdarbûna ji rewşa kargêriya Parêzgeha Dihokê û naverokên wan û çawayiya yarmetîdan û hewandina koçberan û her wiha ew kêşe û giriftên li qeza û nahiyeyan û kargêriyên vê parêzgehe, duh sêşem 16.09.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Parêzgerê Dihokê û Qaymeqam û Berpirsên yekê yê îdarî û Serokên Zanîngehan û Birêveberên Giştî yê Parêzgeha Dihokê civiya.

Li vê kombûnê da naveroka yarmetîdana koçberan û amara wan koçber û penaberên li Parêzgeha Dihokê nîştecîhin û kêşeyên wan yê dabînkirina xorek û tendirustî û her wiha kêşeya dewama xwendingehan xistin rû ku bi sedema nîştecîhbûna koçberan pêkhatiye.

Her li vê civînê de Serok Barzanî li gotarek da spasî erk û keda hemwelatiyan û îdareya parêzgeh û îdariyên ser bi Parêzgeha Dihokê kir ku hemû şiyanên xwe ji bo yarmetîdana koçberan xistine rû û balkişand li ser wê yekê ku barekî gelek giran li ser milê vê parêzgehê ye û bi deng ve hatina xelkê parêzgeha Dihokê jî cihê destxweşî û şanaziyê ye.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî tîşk xiste li ser rewşa siyasî û emnî û her wiha êrîşa terorîstan û li vî derbarî de berçavrûniya pêwîst ji bo beşdarbûyên civînê xiste rû. Di derbarê giriftên koçberan Serok Barzanî bi pêwîstî zanî ku ji bilî gihandina hevkariyên seretayiyên bi lez kar li ser eve jî bê kirin koçber vegerin ser mal û warên xwe û bêne parastin.

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa xweragiriya xelkê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge û yarmetiya dostên gelê Kurdistanê kir û ragihand ku niha destpêşxerî li destên hêzên Pêşmerge daye û terorîst şikestên mezin xwarine û eve jî şanaziyekî mezine ji bo gelê me ku terorîst li ser destê Pêşmerge tûşî şikest û paşvekêşiyê dibin. Serok Barzanî eve jî xisterû ku yarmetîdana cîhana azad û bi denge ve hatina li ber wê bihaya bilinde ku gelê me bawerî pê heye wekî pêkvejiyan û azadîxwazî û aştî ku divê em hemû wan bihayan biparêzîn û geş bikin. Serok Barzanî beşdarbûyên civînê jî ji wê yekê dilniya kir ku bi her nirxek bê navçeyên dagîrkirî ji destê terorîstan rizgar dikin û xelkê wan navçeyan bi serbilindî vedigerin cihên xwe.

Li beşekî dinê vê civînê de Qaymeqam û Berpirsên yekê yên îdarî û Serokên Zanîngehan û Birêveberên Giştî yên sînora parêzgeha Dihokê di derbarê baştir bûna jiyana koçberan û rewşa kargêriya parêzgeha Dihokê têbînî û pêşniyarên xwe ji bo Serok Barzanî xistin rû û Serok Barzanî jî berçavrûniya pêwîst di derbarê pêşniyar û têbîniyan ji bo amadebûyan şîrove kir.

Top