• Sunday, 15 February 2026
logo

Nemsa ala û sembolên tevgerên terorîstî qedexe dike

Gulan Media September 17, 2014 Nûçe
Nemsa ala û sembolên tevgerên terorîstî qedexe dike

Hikûmeta Nemsayê biryar daye ala û sembolên tevgerên terorîstên bi taybetî yên DIŞIê qedexe bike.

Di vê derbarê de jêderekî wezareta navxwe ya Nemsayê ragehand ku dohê civata wezîran ya hikûmeta Nemsayê bo giftûgo kirin li ser rewşa tevgerên terorîstî û herwiha ew welatiyên Nemsayî ku çûna nava tevgerên terorîstî yên weke DIŞIê civiyaye û çend biryar stendiye.

Ew jêderê han eşkere kir ku di civînê de biryar hatiye dayîn daku li seraserê Nemsayê de ala û sembolên tevgerên terorîstî bi taybetî ala û sembolên DIŞIê werin qedexekirin.

Çavkanî anî ziman ku her di vê çarçoveyê de jî proje qanûnek bo qedexe kirina propagende kirin bo tevgerên terorîstî jî hatiye amadekirin û di rojên pêşiya me de vê pêşkêşî parlementoyê were kirin û eger Parlemen ev proje qanûna han pesend bike vê demê propagende kirin jî li seraserê Nemsayê de tê qedexekirin.

Top