Topbarana taxên Qamişloyê berdewam e
Li gor agahiyên Rûdawê, şevê din hersê taxên Meyselûn, Qenat Siwês û Enteriyê yên bajarê Qamişloyê bûn armanca topên Hawanê yên DAIŞê yên û di encama topbaranê de tenê ziyanên madî derketin.
Welatiyekî bajarê Qamişloyê ji Rûdawê re ragihand: "Di nava 2 seatan de, tenê li taxa Meyselûn dengê 70 topan hatiye."
Herwiha çekdarên DAIŞê duh danê piştî nîvroj jî topên hawanê avêtin bajarê Qamişloyêv lê di encama topbaranê de tenê ziyanên madî derketin.
Ev sê rojin çekdarên DAIŞê bajarê Qamişloyê topbaran dike û tenê taxên ku niştecihên wan kurdin dikin armanc.
Beriya du rojan bajarê Qamişloyê û derdorê wê dîsa hatibûn topbarankirin. Di encama wan topbarana de zarokê bi navê Ehmed Şahdî Hepsî yê 3 mehî û Rama Şahdî Hepsî yê 3 salî jiyana xwe ji dest dabûn û bab û dayika wan birindar bûn.
Her wiha welatiya bi navê Şîlan Hesen îbrahîm ya 24 salî jiyana xwe li dest da bû û dayîka wê Suîla Osman û Amar wehid jî birîndarin.
Rudaw
