DAİŞ’ê keleha Selahedîn Eyûbî teqand
Keleha Tikrît wek yek ji şûnwarên herî diyar ên İraqê tê hesab kirin, ji ber ku serkirdeyê Kurd ê artêşa Îslamî Selahedîn Eyûbî (1138-1193 zayînî) di şerê dijî xaçperastan de karî Qudis, Filistîn, Sûriye û Misrê bixe jêr kontrola xwe.
Ligel hatina çekdarên DAİŞ’ê bo nav İraqê û kontrolkirina çend parêzgehên Suneyan, çendîn cihên kulturî, şûnwar û perestgehên olî teqandin, ji wan gora Yunis, Şît Pêxember li Mûsilê, mezargeha Baba Yadgar ê Kakeyiyan û çendîn perestgehên Êzdî û Mesîhiyan. Evna jî bû sedema reaksyoneke dijwar.
Basnews
