Serok Barzanî li gel Encûmena Parêzgeha Dihokê civiya
Li hevdîtinê de ku rêzdar Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Ferhad Etrûşî Parêzgerê Dihokê amadebûn, di destpêkê de rêzdar Fehîm Abdulla Serokê Encûmena Parêzgehê gotareke bi xêrhatinê pêşkêş kir û ji bilî nasandina Endamên Encûmenê, bi kurtî li ser pêkhata Encûmena Parêzgehê rawestiya.
Piştî wê, Serok Barzanî li gotarek da xweşhaliya xwe ji bo civîna li gel Endamên Encûmena Parêzgeha Dihokê derbirî û ragihand: Xweşhalim ku hemû pêkhatên siyasî û civakî û olî pêkve wekî yek tîm kar dikin, em hemû xelkê yek welatîn ku Kurdistane û divê biryara me hemûyan ewe bê ku yan bi serbilindî pêkve bijîn yan jî pêkve bimrîn.
Serok Barzanî tekez kir ku gelê Kurdistanê bihayekî pîroz nîşana hemû dinyayê da ku ew jî bawerîbûna bi azadiya giştî, azadiya siyasî û olî û lêborînî û pêkvejiyana aştiyane. Her ew bihayên bilind jî bûn ku wê palpiştiya navdewletî ji bo Kurdistanê li şerê gelê me ya beranber terorîstan desteber kir.
Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî ragihand: Terorîstan artêşa pirçeka dû welatan şikand û bi wan çekan êrîşa Kurdistanê kirin û tawanekî nemirovane li Şengalê encam dan. Lê belê niha Pêşmergeyên qehreman roj bi roj serkeftinên mezin tomar dikin û terorîst nikarin xwe li beranber êrîşa Pêşmerge rabigrin. Ji bo wê yekê we dilniya dikim ew terorîst û hevkarên wan sizaya tawanên xwe werdigrin û Şengal û navçeyên din jî têne azad kirin û xelkê wan navçeyan bi serbilindî vedigerin cihên xwe.
Serok Barzanî spasiya hemwelatiyan û îdareya Parêzgeha Dihokê kir ku bi dil ve wê hejmara zêdeya lêqewimiyan himbêz kir û hewandin û xizmetkirina koçber û lêqewimiyan bi erkêkî pîroz zanîn û tekez jî kir ku çareser eweye ew koçber bi serbilindî vegerin nav malên xwe.
Serok Barzanî tekez jî kir eger xeyala dijminan ewe bûbê ku bi êrîşa Kurdistanê dikarin gelê me neçar bikin dest ji mafên xwe yên rewa hilbigrê û ji proseya diyarkirina çarenûsa xwe vekişê ewe bila baş bizanin tu hêzek nikarê îradeya gelê me zeft bike û tu demekî bi paşve venakêşîn û destberdarê mafê biryardana li ser çarenûsa xwe nabîn.
Li dawiyê de dergeha guftûgo û pirsiyaran ji bo Endamên Encûmenê hate vekirin û Serokê Lîsta Pêkhatên Siyasî û Olî dîtin û nêrînên xwe xisterû û Serok Barzanî jî bersîva pirsiyarên wan da.
