• Sunday, 15 February 2026
logo

Erdogan: Tirsa me niha DAIŞ e nek PKK

Gulan Media September 16, 2014 Nûçe
Erdogan: Tirsa me niha DAIŞ e nek PKK
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku wan fikarên xwe yên “nabe çekên ku ji bo şerê li dijî DAIŞê dişînin Iraqê, bikevin destê PKKê” ji cihên têkildar re gotine û wiha got: “Lê vê gavê tirsa me PKK nîne tirsa me DAIŞ e.”

Heta niha Tirkiyeyê çend caran fikarên xwe yên li hember wan çekên ku ji bo şerê li dijî DAIŞê ji Iraq û Başûrê Kurdistanê re tên şandin, aniye ziman û ragihandiye, nabe ew çek bikevin destê PKKê.

Li ser vê yekê Serokomar Erdogan, dema ji Qeterê vedigeriya di nav balafirê de ji rojnamevanan re wiha got: “Me fikarên xwe li ser vê mijarê ji cihên têkildar re gotiye lê vê gavê tirsa ne PKK lê DAIŞ e, çimkî li wê derê DAIŞ heye nek PKK.”

Derbarê pêvajoya çareseriyê de jî Erdogan wiha axivî: “Em nikarin bêjim me encamên baş wergirtine lê hêviya me heye, gelê herêmê pir hêvîdar e. Qanûneke me ya 5 xalî heye. ya herî girîng jî berdana çekan û vegera mal e…”

Li ser perwerdeya kurdî jî Serokomarê Tirkiyeyê diyar kir ku zimanê fermî tirkî ye û zimanê kurdî jî wek dersa bijarte dikare were fêrkirin û wiha got: “Eger vê yekê kêm dibînin bila kûrsan vekin. Jixwe ev gavên pir ciddî ne.”

Rudaw
Top