Bexda 8 milyar û 500 milyon dolaran deyindarê Kurdistanê ye
Alîkarê Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê di kabîneya derbasbûyî de Fazil Nebî li ser rewşa darayî û aboriya Iraqê ji Rûdawê re got, rewşa Iraqê pir xerab e, ji ber ku dahata mehane ya Iraqê ku jêdera wê firotina pterolê ye nêzîkî 6 milyar dolar e l xercên Iraqê di mehekê de niha nêzîkî 5-6 milyar dolar e helbet dibe ku ji ber şerê li dijî DAIŞê zêdetir jî be. Lewma Iraq hinek caran neçar dibe daxwaza deyin bike.
Ev kêşeya darayî ya Iraqê di heman demê de ye ku kêşeyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê li ser şandin û firotina petrola Kurdistanê hîna nehatine çareser kirin.
Fazil Nebî li ser îhtimala lievkirina Hewlêr û Bexdayê li ser bûdceyê axivî û wiha got: “Eger rêkeftinek navbera Kurdistan û Bexdayê de li ser bûdceyê çêbibe wê demê ew pereyê ku Kurdistanê ji firotina petrolê bidest xistiye dê ji pişka bûdceyê were kêmkirin.”
Piştî ku Herêma Kurdistanê dest bi hinartin û firotina petrola xwe bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê kir, hikûmeta Iraqê mûçeyên karmendan û pişka bûdceya Herêma Kurdistanê xist tiqûfê. Ew tiqûf heta niha jî didome.
Rudaw
