• Sunday, 15 February 2026
logo

Barzanî: Bila Îran û Amerîka nakokiyên xwe bidin aliyekî û şerê DAIŞê bikin

Gulan Media September 16, 2014 Nûçe
Barzanî: Bila Îran û Amerîka nakokiyên xwe bidin aliyekî û şerê DAIŞê bikin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rola Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de bi girîng dide zanîn û daxwaz ji wan welatan dike, di şerê li dijî DAIŞê de nakokiyên xwe bidin aliyekî û şerê wê rêxistinê bikin.

Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel televizyona CNN a amerîkî dibêje: “Îranê roleke baş di şerê li dijî DAIŞê de dît, em nikarin rola wî welatî veşêrin.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha piştevaniya xwe bo stratejiya Serokê DYAyê Barack Obama bo şerê li dijî DAIŞê diyar kir û ragihand ku bandora operasyonên balafirên şer yên amerîkî li dijî çekdarên DAIŞê mezin bû.

Di bersiva pirsa ku gelo Hêzên Pêşmerge dixwazin biçin nava bajarê Mûsilê û li wir opersayonan pêk bînin, Barzanî got: “Di pêşî de em dê sînorê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kêmîneyên olî û neteweyî biparêzin, lê eger karekî hevbeş di navbera Hikûmeta Bexdayê û hevpeymaniya navdewletî de hebe, wê demê Pêşmerge amade ye şerê terorê li her cihekî bike.”

Barzanî behsa nakokiyên Amerîka û Îranê li ser şerê li dijî DAIŞê jî kir û daxwaz ji wan welatan kir, nakokiyên xwe bidin aliyekî û şerê wê rêxistinê bikin.

Herî dawî Amerîkayê gotibû, ji ber ku Îran pişta rêjîma Sûriyê digire bila tevlî civîna Parîsê nebe. Îranê ji ber vê yekê bi tundî nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, Amerîka destpêkê di şerê li dijî DAIŞê de ji me alîkarî xwest lê me qebûl nekir.

Rudaw
Top