• Sunday, 15 February 2026
logo

Pêşmerge serkeftina xwe li eniya Xazirê ya Mûsilê ragihand

Gulan Media September 16, 2014 Nûçe
Pêşmerge serkeftina xwe li eniya Xazirê ya Mûsilê ragihand
Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê karîn di şer û operasyoneke xurt û berfireh de eniya Xazirê ya Mûsilê bi temamî ji destê DAIŞê derbixin.

Fermandeyê eniya Xazirê Dr. Roj Nûrî Şawês ji Rûdawê re ragihand, hêzên Pêşmerge li eniya Xazirê serkeftinek mezin li dijî DAIŞê bidest xistin.

Dr. Roj Nûrî Şawês da zanîn, jibilî gundên Hesen Şam, Sêvdîna û Mengûbe gundên Aşqelaya Biçûk, Behre, Mengûve, Til Eswed û Xazira Nû jî ketin destê hêzên Pêşmerge.

Fermandeyê eniya Xazirê her wiha got, di şerê îro de herî kêm cenazeyên 10 çekdarên DAIŞê li erdê mabûn.


Îro danê sibê derdora saet 05.00 hêzên Pêşmerge bi top, hawan û çekên giran çeperên DAIŞê yên li gundên devera Xazirê dan ber topan.

Paşê dest bi operasyoneke berfireh li dijî çekdarên kirin û karîn serkeftineke mezin bidest bixin.

Rudaw
Top