• Sunday, 15 February 2026
logo

Ciburî behsa herêmekê bo Suneyan dike

Gulan Media September 16, 2014 Nûçe
Ciburî behsa herêmekê bo Suneyan dike
Li gor Serokê Parlamentoya İraqê Selîm Ciburî, hikûmeta nû ya İraqê ji hikêmetên din cudatir dibe û dibêje: ‘’Herêmeke Suneyan bijardeyeke destûrî ye û Herêma Kurdistanê jî baştirîn mînak e.’‘

Di hevpeyvîneke ligel rojnameya Heyat a çapa Londonê de, Serokê Parlamentoya İraqê Selîm Cibûrî, tekez kir ku federalîzm hestpêkirineke siyasî ye. Derbarê herêmeke taybet bi Suneyan jî Cibûrî wiha axifî: ‘’Bijardeyeke destûrî ye, baweriya min divê em li nemerkeziyetbûnê bifikirin, demekê li ser vê sîstemê biçin û bi rêya zêdekirina desthilata encûmenê parêzgehan asta serkeftina xwe bipîvin. Piştre em dikarin li ser pêkanîna herêmê bifikirin. Evna baweriya min a şexsî ye.’‘

Ciburî wiha dibêje: ‘’Ezmûna Kurdistanê mînakek pêşkêş kiriye. Bi taybet ji ber ku ew parêzgeh bi pey asayîş û aramiyê de digerin. Evna ji xeynî pêşketina aborî. Ev hemû sedem li pişt aktîfbûna fikra herêmê ne.’‘

Derheqê hikûmeta nû de jî Ciburî nerînên xwe wiha tîne ziman: ‘’Ez bawerim dê ev hikûmet ji yên din cudatir be. Mesele jî cîbicîhkirina wê bernameyê ye ku me li ser li hev kiriye. Herwiha ji ber piraniya endamên wê ji parlamentoyê hatine, evna jî dibe sedema ku di dema standina biryaran de hikûmet û parlamento zêdetir ji hev fam bikin. Nerîna îro ew e ku em berê xwe bidin pirsgirêkên heyî û wan di berjewendiya hevwelatiyan de çareser bikin.’‘

Basnews
Top