Fuad Husên: Barzanî ji Tirkiyê dilgiran bûye
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên, di hevpeyvînekê de digel hejmara nû ya heftenameya Rûdawê de ku îro (15ê Îlonê) ket bazarê, li ser rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê, Iraq bi taybet têkiliyên Tirkiye û Başûr daxuyaniyên girîng da.
Dr. Fuad Husên, li ser helwesta Tirkiyeyê ya li hember şer û êrişên DAIŞê yên li dijî Başûrê Kurdistanê dilgiraniya xwe anî ziman û wiha got: “Em di rojên teng re derbas dibûn. Amerîka ji wî serê dinyayê hat alîkariya me kir lê Tirkiyeyê tişte nekir. Me daxwaza alîkariyê jê kir dîsa nehat.”
Dr. Husên sinyala wê jî da ku ev helwesta Tirkiyeyê ya li hember DAIŞê dê bibe sedema wê ku Hewlêrê têkiliyên xwe yên bi Enqereyê re li ber çavan re derbas bike û wiha axivî: “Divê em û Tirkiye bi hev re rûnên û bi awayekê eşkere li ser vê yekê gotûbêj bikin. Ma dibe pêwendî wiha be?”
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên, eşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji helwesta Tirkiyeyê ya li hember bûyerên vê dawiyê dilgiran e û wiha anî ziman:
“Barzanî serokê vê herêmê ye. Kurd hemû ji helwesta Tirkiyeyê nerihet in wê çaxê Serokê Barzanî dê çawa nerihet nebe?”
Li ser fikarên Tirkiyeyê yên ku çekên ku ji hêzên Pêşmerge re tên şandin dê bikevin destê PKKê jî Dr. Fuad Husên wiha got:
“Ev daxwaza Tirkiyeyê mîna wê ye ku di nav avê de behsa masiyan bikî. Ev der Herêma Kurdistana Iraqê ye û PKK jî hukum nake. Bila Tirkiye were pêş emê li ser vê mijarê gotûbêj bikin.”
