• Sunday, 15 February 2026
logo

Ala Kurdistanê li Herêma Flanders a Belcîkê hate bilindkirin

Gulan Media September 15, 2014 Nûçe
Ala Kurdistanê li Herêma Flanders a Belcîkê hate bilindkirin
Di civîneke navbera şandeke hikûmeta Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Flanders a Belcîkê Kher Java de, Ala Kurdistanê li ofîsa serokwezîr û avahiya Serokatiya Encûmena Wezîran hate bilindkirin.

Şanda hikûmeta Kurdistanê bi armanca sipaskirina hikûmeta Herêma Flanders, ku di şerê dijî çekdarên DAİŞ’ê de bi hinek pereyan alîkariya hikûmeta Kurdistanê kiribû, serdana ofîsa serokwezîr kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ku yek ji endamên şandê bû, li ser rûpela xwe ya tora civakî Facebookê wiha nivîsiye: ‘’Dema Serokwezîrê Flanders pêşwazî li şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê kir li ser deriyê avahiya serokwezîrtiyê Ala Kurdistanê hatibû bilindkirin, herwiha li odeya civînê jî Ala Kurdistanê hatibû danîn.’‘

Di vê derbarê de Dilawer Ajgeyî daye xuyakirin: ‘’Di çend rojên borî de şandeke Wezareta Ewqafê û Karûbarê Olî ya Herêma Kurdistanê gehişte Belçîka û ligel berpirsên Belçîkî civiyan. Herwiha serdana Parlamentoya Ewropa, Wezareta Derve ya Belçîka û hinek cihên din jî kirin. Rojên borî jî şanda Kurdistanê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Flanders Kher Java ve hat pêşwazîkirin û piştre civîneke taybet di navbera herdu aliyan de hat sazkirin.’‘

Ajgeyî herwiha ragihandiye: ‘’Şanda Kurdistanê bi armanca beşdarbûna Konferansa Aştiya Olî ya Navdewletî hatibû Belcîkê û nûnertiya hikûmeta Kurdistanê jî çendîn hevdîtin li Parlamentoya Ewropa û Wezareta Derve ya Belçîka organîze kirin, yek ji wan hevdîtin û civînan jî ligel Serokwezîrê Herêma Flanders a Belcîkê bû.’‘

Di çend rojên bihorî de hikûmeta Herêma Flanders di civîna Encûmena Wezîran de biryar da ku di çarçoveya alîkariya navdewletî de alîkariya Herêma Kurdistanê bike û wek qonaxa yekem jî 400 hezar euro wek alîkarî dişîne Kurdistanê. Biryar e ev alîkariya han bi rêya Xaça Sor a Navdewletî ve bigihe Kurdistanê. Li Belcîkê, sîstema federalî tê peyrew kirin û Herêma Flanders jî di warê siyasî de mezintirîn û bihêztirîn herêm e.

Basnews
Top