Wezîrê Pêşmerge bi nûnerên 7 welatan re civiya
Li gorî daxuyaniya ku ji Wezareta Pêşmerge hate belavkirin, îro di bin serokatiya Mistefa Seyîd Qadir û bi beşdarbûna Cafer Yawer Cîgirê Wezîrê Pêşmerge li Hewlêrê nûnerên 7 welatên rojava hatin ba hev. Li gorî daxuyaniyê nûnerên Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA), Brîtanya, Frensa, Almanya, Awustralya, Îtaly û Keneda beşdarî civînê bûn.
Di daxuyaniyê de tê aşkerakirin, di civînê de mijarên piştgiriya serbazî bo pêşmerge, têkoşîna dijwar hemberî terorê hatiye nîqaşkirin û biryar hatiye dayîn ku hemû çalakiyên hemberî terorê di nava hemahengiyê de bên meşandin.
Li gorî daxuyaniyê her wiha di civînê de perwerdekirina pêşmerge jî hatiye gotûbêjkirin.
