• Sunday, 15 February 2026
logo

Pêşmerge 8 gund ji destê DAIŞ derxistin

Gulan Media September 15, 2014 Nûçe
Pêşmerge 8 gund ji destê DAIŞ derxistin
Hêzên pêşmerge yên Kurdistanê îro duşembe li mihwera bendava Musilê operasyoneke berfireha serbazî destpê kirin û berve bajaroka Zumarê ve bi pêş ketin û karîn 8 gundan kontrol bikin.


Li gor nûçeya malpera Xendanê Raid Reşîd Sabir li mihwera Zumar di evê bareyê de ragihand: Duh hêzên pêşmerge li mihwerê bendava Musilê berve bajaroka Zumarê bipêşketin û karîn heşt gundan kontrol bikin.

Reşîd Sabir diyar kir, ku çekdarên DAIŞ xwe negritin û berve Musilê ve reviyan.

Evî berpirsê serbazî yê li mihwera Zumarê herwisa da zanîn ku niha balafirên şer ên Emerîkayê du baregehên DAIŞ bombarduman kiriye û ziyanekî zor gîhandiye wan.

Amaje bi wê yekê jî kir, raid Reşîd Sabir got: Hêzên pêşmerge ên Kurdistanê piştî kontrolkirina ew 8 gundan niha gihêştine xaçerêya Zumarê.

Top