• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî serdana çeperên pêşmerge kir

Gulan Media September 15, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî serdana çeperên pêşmerge kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duh (15.09.2013) piştî nîvro, serdana bereyên şerê li dijî DAÎŞ li baskê Xazir-Zertik kir û hevrê digel Roj Nurî Şawîs fermandarê hêzên pêşmerge li wê deverê serdana çeperên pêşmerge yên li ser çiyayê Zertek kirin.

Serokwezîr di serdana xwe de ji nêzîk haydarî pêşhatên bereyên şerê li dijî DAÎŞê û rewşa wê deverê û pêdawîstiyên hêzên pêşmerge li eniya şer bû.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di serdana xwe ya bo bereyên şerê li dijî terorîstên DAÎŞê de peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de tekîd kir pêşmergeyê Kurdistanê ka çawa hertim di dîrokê de parêzerê gel û welat bûye û ji bona azadî û rizgariya axa welêt xwûn û canê xwe feda kiriye, îro jî bi heman awayî pêşmergeyê Kurdistanê li sertaserî herêma Kurdistanê û li hemû baskên şerî, mêrxasane berxwedan dike û bergiriyê ji ax û azadiya Kurdistanê dike.


Serokwezîr di berdewamiya peyva xwe de got ku, pêşmerge hertim sembola berxwedan û redkirina dagîrkeran û sitemê bûye, ji ber hindê pêşmerge bûye cîyê şanaziya kurdistaniyan û gelê Kurdistanê hertim şanazî bi pêşmerge kiriye û pê serbilind bûye. Îro jî pêşmerge li hemû baskên şer û li hemû deverên Kurdistanê, her ji Şingalê heta Gwêr û Mexmûr û heta Celewla, Sadiye û Hemrînê, rojane dastanên mêrxasî û serbilindiyê tomar dikin û dîrokek tejî serwerî ji bo kurdistaniyan dinivîse ku, nuha ji bo me û nivşê bê cîyê şanaziyê dibe.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê molarbilindî û berheviya pêşmerge ji bo fedekariyê li eniyên ceng, bi bingehên serketin û paqijkirina Kurdistanê ji terorîstan wesif kir û moralbilindî û xweragiriya pêşmerge, dilxwaziya pêşmerge ji bo pêşdeçûn û derxistina terorîstan, baweriyeke mokim û moraleke polayîn bi hevwelatiyên Kurdistanê bexşîye. Raporên cîhanî jî navê pîrozê pêşmerge wek qareman û hêmayek ji bo azadî û parastina pêkhateyên civaka Kurdistanê gihandiye hemû cîhanê, ji ber vê yekê îro pêşmerge wek parêzerê buhayên mirovatiyê li cîhanê tê nas kirin, ev jî ji bo hemû kesên Kurdistanê cîyê şanaziyê ye.

Di dawiya serdana xwe de serokwezîr Nêçêrvan Barzanî hêviya serketinê ji bo pêşmerge, efser, dercedar û fermandarêm pêşmerge xwest.
Top