• Sunday, 15 February 2026
logo

Kurdistan jî beşdarî konferansa serxwebûnê bû

Gulan Media September 15, 2014 Nûçe
Kurdistan jî beşdarî konferansa serxwebûnê bû
Duh li Berlîna paytexta Elmanyayê konferensek li ser çawanî û daxwazên herêmên ku dixwazin ber bi rêferandûmê ve biçin û serxwebûna xwe rabighînin birêve çû. Di konferansê de 43 akademîsyen, pispor û profesorên warê referandûmê Hotêla MOA ya Berlînê gehiştin hev, çendîn nîqaş û semînarên cuda pêşkêş kirin.

Di konferansê de ku her yek ji nûnerên herêmên wek ’Kurdistan, Kataloniya, Bask, Skotland û Québec’ beşdar bûn, li ser navê Kurdistanê saziya KOMKARê hatibû vexwendin, Prof. Dr. Birgit Ammann semînarek pêşkêş kir, têde li ser Kurdistanê axifî û bal kişand ser dîroka Kurdan û herwiha behsa pêkhateya Başûrê Kurdistanê kir.

Birgit Ammann ji BasNewsê re behsa semînara xwe kir û got: ‘‘Li ser navê Kurdistanê beşdar bûm, ev şanaziyeke mezine ku bikarim dîrok û xwestek û daxwazên Kurdan bighînim cîhanê, helbet ev jî daxwaz û hêviya min e, min di semînara xwe de bi kurtî behsa dîrokê û bi giştî behsa pêkhateya Başûrê Kurdistanê kir.’‘

Ammann wiha axifî: ‘‘Ez di semînara xwe de li ser şoreşên başûr û parçebûna Kurdistanê bi Peymana Lozanê rawestiyam û min behsa çêbûna welatê Îraqê, bûna beşeka Kurdan bi ser Îraqê ve û berdewamiya xebata bêrawestan a Kurdan kir daku bighin mafên xwe.’‘

Di dawiyê de jî Ammann got: ‘‘Min behsa serhildana buhara 1991û encama wê serhildanê kir, ku piştî hilbijartinan li Başûrê Kurdistanê parlamento hat pêkanîn û Herêma Kurdistanê bû xwedî hikûmet, a, sembol û siruda niştimanî û artêşa xwe, û hemû kemnetewe û ol têde hatin parastin û pêkve jiyan di wê herêmê de bûye mînakeke zindî li Rojhilata Navîn.’‘

Berdevkê Saziya Komkarê li Berlînê Fewzî Aktaş ku yek ji mêvanên konferansê bû ji BasNewsê re wiha axifî: ‘’Ev konferansên wiha ji bo me Kurdan pir girîng in, divê em berdewam beşdarî wan bibin û daxwazên gelê xwe bighînîn netewe û gelên cîhanê, herwiha em ezmûnê ji wan herêman werbigrin ewên ku ber bi serxwebunê ve çûne û yên niha jî ber bi referandûmê ve diçin, ji ber ku dema referandûm û serwxebunê li Başûrê welatê me gelekî nêzîk bûye.’‘

Hêjayî gotinê ye roja 18.09.2014’an li Skotland dê referandûm were kirin. Gelê Skotlandayê wê bi dengdanê serxwebûna xwe yekalî bikin.

Saziya navneteweyî bi navê ’MOSECON’ ev konferans organîze kiribû û rojekê berdewam kir. Herwiha ji medya Kurdî jî tenê BasNews di konferansê de amade bû.

Basnews
Top