Li Berlînê Kurdan piştgirî dan Cihuyan
Çalakiyê ku bi slogana Rawestan, Ne ji bo tunekirina Cuhiyan ’Steh auf! Nie wieder Judenhass!’ demjimêr 15:00 bi dema Ewropayê bibêdeng rawestan bo canê qurbaniyên Şerê Cîhanî yê Yekê (01.09.1939) destpêkir, ku di encama şer de bi milyonan Cihûyên Elmanya û xelkek û hejmareka zêde ya leşkeran bune qurban, ji bo wê jî ev çalakî hat lidarxistin, daku büyerên wiha careke din dubare nebin di dîrokê de.
Serokwezîra Elmanya Angela Merkel di axaftina xwe de behsa bûyera çêbûye kir, û got: ‘‘Evna ne xasteka me bûye, eger ku em wê serdemê hebûna ev tişt nediqewimî, lê ev jî bû dîrokeke reş û divê em îtirafê pê bikin, lê em kar jî dikin ku bûyerên wiha dûbare nebin, niha li cîhana şer li gelek welatan heye, ev jî erkeke ku em wan şeran rabigrin, divê hemû kes li her ciyekî kar bike şer ne mîne, daku bi hevra û bê kêş e bijîn.’‘ Di dawiya axiftina xwe de Merkel got: ‘‘Elmanya mala Cuhiyan e, hûn li mala xwe ne.’‘
Serokê Hevalbenda Elmanî-Îsraîlî li Elmanya Dieter Graumann jî di destpêka axaftina xwe de spasiya amadevanan kir û wiha axifî: ‘‘Eger em wiha bihevre bin, emê rê li bûyerên qewmîne bigrîn. Azadiya me, azadiya we ye.’‘
Şaredarê Bajarê Mezin ê Berlînê Klaus Wowereit jî daxwaza yekrêziya hemu neteweyan û rêzgirtina li hemu ol û kêmneteweyan li bajarê xwe kir.
Serokkomarê Elmanya Joachim Gauck, Serokwezîr Angela Merkel û hejmareke wezîrên kabîneya wê û serokên hemu partiyên Elman beşdar bûn, bi armanca şermezarkirina bûyera di şerê cîhaniyê duyê de bi serê Cihûyan hat û diyarkirina hevxemiya xwe bo kes û karên qurbaniyan.
Tiştê bala her kesî kêşand û dostaniya Kurd û Cihuyan nîşan da ew bu ku hejmareka zêde ya rewenda Kurd û komele û sazî beşdar bun bi bilindkirina alayên Kurdistanê û bilindkirina sloganên weke ’ Hûn ne bi tenê ne, bijî Dostaniya Kurd û Cuhiyan, Bijî Kurdistan û Bijî Îsraîl ’ dilxweşiyek bo Cuhiyan çêkirin. Hêjayî gotinê ye zêdeyî pênc hezar kes beşdar bun ji seranserî Elmanya.
Basnews
