• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî serdana hêzên Pêşmerge li eniya Rojhilata Dîcle kir

Gulan Media September 15, 2014 Nûçe
Serok Barzanî serdana hêzên Pêşmerge li eniya Rojhilata Dîcle kir
Li dirêjahiya serdanên xwe yên hêzên Pêşmerge û bereyên rûbirûbûna terorîstan, Duh yekşem 14.09.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna ji rewşa bereyên ceng serdana sengerên Pêşmerge yên li eniya Rojhilata Dîcleyê kir. Li vê serdanê da Serok Barzanî ji bo wê serkeftina mezina li çend rojên derbasbûyî de li wan navçeyan de bi dest anîn destxweşiyê li Pêşmergeyên qehreman kir û her wiha spasî xweragiriya Pêşmerge kir û wekî zamin û mîsogeriya azadiya Kurdistanê û parêzerê gel û welat da zanîn.

Li vê serdanê de Serok Barzanî guhda têbîniyên fermande û Pêşmergeyan û rênimayî û ber çav rûniya pêwîst jî di derbarê rewşa siyasî û meydaniya bereya dijî bi terorîstan xisterû.
Top