• Sunday, 15 February 2026
logo

Ala Kurdistanê li ser çiyayê Hemrîn hat bilindkirin

Gulan Media September 15, 2014 Nûçe
Ala Kurdistanê li ser çiyayê Hemrîn hat bilindkirin
Li eniya Qere Tepe, di operasyoneke berfireh de bo kontrolkirina wan hemû gundên di destê DAİŞ’ê de, Hêzên Pêşmerge Ala Kurdistanê li ser çiyayê Hemrîn bilind kirin.

Di vê derbarê de Serokê Encûmena Şaredariya Qere Tepe Rehîm Mihemed ku bi awayekî meydanî ligel Hêzên Pêşmerge bû, agahî dan medyayê û got: ‘’Doh piştî nivro Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi fermandeyiya Merdan Çawşîn ji çend aliyan ve êrîş birin ser 6 gundên sînorê Hemrîn ku terorîstên DAİŞ’ê sê meh bû kontrol kiribûn û bi tevahî û bêyî tu berevaniyek were kirin ew gund ji çekdarên DAİŞ’ê hatin paqijkirin.’‘

Rehîm Mihemed wiha axifî: ‘’Ew gundên han ji Şermux, Birînhe, Cêsat, Binêf û Hedîdî pêk tên, di wê operasyonê de tu zerar negehişt Hêzên Pêşmerge û bi moralekî bilind şerê çekdarên DAİŞ’ê dikin û wan ji navçeyên Kurdistanî derdixin.’‘

Mihemed da zanîn ku piştî kontrolkirina wan gundan, Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê zincîre çiyayên Hemrînê êrîşî çekdarên DAİŞ’ê kirine û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Pêşmergeyan derbeyeke dijwar li çekdarên DAİŞ’ê dan. Herwiha piştî wê serkeftina mezin Ala Kurdistanê li ser çiyayê Hemrîn hat bilindkirin û Pêşmerge li wir bicîh bûn.’‘

Basnews
Top