• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li cîgira sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî kir

Gulan Media September 15, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li cîgira sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duh roja yekşemiyê 14.09.2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Velêrî Amos cîgira sekreterê girştiyê Neteweyên Yekgiertî û koordînatora ofîsa karûbarên koç û koçberan û şandeya pê re kir.

Koordînatora ofîsa karûbarên koç û koçberan a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve ku, di serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê de serdana kampên penaber û koçberan yê li wîlayeta Duhokê kiribû, di civîna digel serokwezîrê herêma Kurdistanê de têbîniyên xwe li ser rewşa koçberan û daxwazî û pirsên wan berçav kirin û di vê çarçoveyê de bi navê Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî sipasiya hikûmeta Kurdistanê kir. Wê got ku, tevî hijmara zêdeya koçber û penaberan li herêma Kurdistanê hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî baş rola xwe lîstiye û li gor wan îmkanên tixûbdar pêşwazî li koçberan kiriye û hewandine.

Şandeya neteweyên Yekgirtî çend pirsgirêkên kampên koçberan yên di warê perwerde, saxlemî û jiyanê de berçav kirin û metirsiya xwe li hember zêdebûna hijmara penaber û koçberan bo herêma Kurdistanê diyar kir. Wê daxwaz ji civaka navdewletî, welatên komekbexiş û hikûmeta Bexdayê kir ku, hevkarî û alîkariyên zêdetir pêşkeşî hikûmeta herêma Kurdistanê bikin daku bikaribe bi awayekî baştir xizmeta penaber û koçberan bike.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê her ji destpêkê deriyên xwe ji bo hatina penaber û koçberan vekirin û tevî îmkanên kêm yên hikûmeta herêma Kurdistanê, hemû hevkarî û alîkariyên pêwîst pêşkeşî wan kirine. Serokwezîr ew yek jî got ku, pêdawîstiyên wê hijmara zêdeya penaber û koçberan li derveyî îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê ne bi taybetî di rewşke wisa de ev ji destpêka îsal ve hikûmeta Îraqê budceya herêma Kurdistanê nehinartiye.

Barzanî got ku, herêma Kurdistanê di nav kirîzeke êkonomîya dijwar de ye, ji ber hindê pêwîste Neteweyên Yekgirtî, civaka navdewletî û hikûmeta Îraqê bi berpirsiyariyên xwe bi cî bikin.

Top